PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku di pêvajoya Cejna Noelê ya sersalê de xeterîya êrîşên terorî heye û welatên Ewropa hişyar kir.
Fransa, Almanya û Awûstûrya ragihandibûn ku ji ber gefa êrîşên terorî wê li dêrên nav axa xwe çavdêrîyên ewlehîyê zêde bikin.
Wezîrê Karê Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin jî bi mebesta çavderiyên dêran rêziknameyek belav kiribû.
Berpirsên ewlehiyê yên Almanyayê jî ragihandibûn ku ji bo di çarçoveya çavdêrîyên li dêrên welat wê segên lêgerînê bi kar bînin.
Dezgeha Polîs a Awûstûryayê jî bi daxuyanîyekê ragihandibû ku ew ê bi taybetî di pêvajoya pîrozbahiyên sersalê û Cejna Noelê de çavdêrîyên xwe zêde bikin. Dezgehê, di vê pêvajoyê de egera êrîşên terorî destnîşan kiribû û hişyarî dabû welatîyan.
Komîsera Karên Hundir a YEyê Ylva Johansson di 6ê Kanûnê de hişyarî dabû ku şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de ji bo welatên Ewropayê egera bûyerên metirsîdar peyda kirîye û gotibû ew gumana êrîşên terorî dikin.
Hefteya borî Almanya û Hollandayê jî ragihandibûn ku 4 endamên Hamasê ku plansazîya êrîşan kiribûn hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin