PeyamaKurd - Şer û pevçûnên giran li başûrê Sûriyê diqewimin, hêzên hikûmeta Sûriyê jî her du bajarokên Busra Herîr û Milîhe El-Etiş kontrol kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku hikumeta Suriyê bi 190 êrîşên esmanî û zêdetir ji 105 bermîlên teqîner êrişî ser bajarokê Busra Herîr kir û piştî wê êrişa giran, hêzên hikûmetê ew bajarok kontrol kirin.
Çavkaniyên herêmî ji bajarê Derayê ragihandine, ku bi piştevaniya balefirên Rûsî, Artêşa Sûriyê li başûrê wî welatî pêşve diçe û 7 gund li bakurê gundewarê Derayê xistine bin kontrola xwe.
Wan çavkaniyan dane xuyakirin, ku armanca êrîşa Artêşa Sûriyê ew e, ku beşa bakur ji gundewarê Derayê dorpêç bike.
Başûrê Sûriyê yek ji 4 deveran bû, ku Rûsya, Tirkiyê û Îranê di çarçoveya hevdîtinên Astana yên bo çareserkirina krîza Sûriyê wek navçeyên aram, destnîşan kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin