PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Qeterê yê Hewlêrê Husên Bin Elî ragihand, Herêma Kurdistanê hevpareke girîng a Qeterê ye û ew hewl didin keşeke guncaw ji bo ciwanan dabîn bikin.
Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê Husên Bin Elî di gotara merasima derçûna 4200 ciwanan ji xula yekem a rahênankirina ciwanan li Herêma Kurdistanê û derveyî welat de got: “Herêma Kurdistanê û Qeterê ji bo pêşxistina ciwanan xwedî projeyên stratejîk in.”
Husên Bin Elî diyar kir, Herêma Kurdistanê hevpareke girîng a Qeterê ye û ew hewl didin keşeke guncayî ji bo ciwanan dabîn bikin. Herwiha pêwendiyeke stratejîk di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê de heye.
Hêjayî gotinê ye, doh 13ê Tîrmehê bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi amadebûna konsul û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qeterê,merasîma derçûna 4200 ciwanan ji xuleya yekemîn a perwerdeya ciwanan hate lidarxistin.
Xule ji aliyê Ofîsa Destpêşxerî û Ragihandinê ya li Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat organîzekirin ku armanca xulê perwerdekirina ciwanan û xurtkirina hesta wan a neteweyî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin