PeyamaKurd - Medyaya Hamasê ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser wesayitekê li Şerîeya Rojava de serkirdeyekî Hamasê hatiye kuştin. Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) diyar kir ku di êrîşê de 4 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, lê heta niha nasnameya wan nehatiye diyarkirin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li derdora bajarê Tulkarm ê Şerîa Rojava li dijî "şaneke çekdarî" êrîşeke hewayî pêk aniye.
Medyaya Hamasê ragihand ku di wesayîtê de şervan hebûn û serkirdeyekî Tûgayên Tulkarm hatiye kuştin.
Ev geşedan piştî wê yekê tê ku duh çavkaniyên nêzîkî Hemasê ragihandin ku Îsraîlê du endamên buroya siyasî ya tevgerê û sê fermandarên leşkerî yên ku bi wan re bûn di yek ji tunelên binerdê de li Xezeyê kuştin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku 2 kesên ku di vê kuştinê de hatine kuştin Ravhi Muştaha û Samah El-Serac endamên mekteba siyasî ya Hemasê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin