PeyamaKurd – Şandeke pilebilind a serbazî ya Iraqê, îro danê sibê gihîşt Mûsilê û biryar e serdana Şingalê jî bike.
Li gor agahiyan, şandeka serbazî a Iraqê, bi serokatiya Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş General Ebdulemîr Şemerî, îro danê sibê gihîşt Mûsilê û bi parêzgarê Mûsilê Necm Cibûrî re civiya, herwiha piştî wê civînê, wê serdana Şingalê jî bike.
Agahî destnîşan dike, şanda serbazî ya Iraqê dixwaze rewşa Şingalê ji nêzîk de bibîne û agahdarî arîşe û pirsgirêkên wê devera Kurdistanî be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin