Îsraîlê dest bi hemleyeke nû ya leskerî kir

Îsraîlê dest bi hemleyeke nû ya leskerî kir

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan kampa Nesîrat a li Xezzeyê bombebaran kirine.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye gotin: "Firqeya 126an doh êvarê dest bi hemleyeke leşkerî li Xezzeyê kiriye û balafirên şer binesaziya kampa Nesîrat bombebaran kirine.”

Herwiha hate diyarkirin, di hemleyê de gelek dikên avêtina moşekan jî hatine desteserkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daye xuyakirin ku ji 7ê Cotmehê ve di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de zêdetirî 33 hezar û 360 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin