PeyamaKurd – Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed bi daxuyaniyekê diyar kir, nûçe û agahiyên ku li ser guhertina berpirsên organên PDKê li devera Silêmaniyê hatine belavkirin, ne rast in.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed da zanîn, ev çend roj in hinek rûpelên sosyal medya û malperên înternetê belav kirine ku qaşo PDK dixwaze çend berpirsên xwe li devera Silêmaniyê biguherîne.
Mehmûd Mihemed eşkere kiriye, ew nûçe û agahî ne rast in ji ber ku heta niha biryarek wiha nehatiye dayîn.
Berdevkê PDKê bang li wan rûpel û malperan jî kiriye di xema rastgoyiya xwe de bin!
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin