Medyaya fermî ya YNKê pistgiriya xiyanetkarên 16 Cotmehê dike!

Medyaya fermî ya YNKê pistgiriya xiyanetkarên 16 Cotmehê dike!

PeyamaKurd - Medyaya fermî ya YNKê piştevaniya xiyanetkarên 16 Cotmeha par dike, vê yekê jî ji kerbê rojnameyeka nêzîkî PDKê dike!

Par vî çaxî bajarê Kerkûkê û beşek mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê, bi alîkariya komek xiyanetkar ji aliyê çete û çekdarên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve hatin dagîrkirin.

Rojnameya Kurdî ya “Hawler”, ku nêzîkî PDKê ye, nivîsek li ser rûdanên 16 Cotmehê û xiyaneta ku wê rojê li kurd û Kurdistanê hat kirin, belav kiriye.

Malpera “PUKmedia.com” ku malpera fermî ya YNKê ye, ji kerbê wê rojnamê, bi tundî piştevaniya xiyaneta 16 Cotmeha par kiriye û bi çavekî “sosret” li wê yekê nihêriye!

Ev di demekê de ye ku cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, li ser rûdanên 16 Cotmehê û xiyaneta wê rojê dibêje, “gunehê karesatên Kerkûk û Xurmatû di stûyê hinek korfehmên nav YNKê de ye…!”

Fermandeyê pêşmergeyên YNKê şêx Cefer şêx Mistefa jî dibêje, “sebeba rûdanên 16 Cotmehê referandom nebû, xiyaneta komeka nav YNKê bû…!”

Koma xiyanetkar ya YNKê ev e: Pavil Talebanî, Lahor Cengî, Aras Cengî, Aso Mamend, Ala Talebanî, Şivan Dawûdî, Rafet Ebdullah, Rizgar Elî û çend kesên din.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin