Ji ENKS ê bo muxalefetê: Peymanê bicîh bînin

Ji ENKS ê bo muxalefetê: Peymanê bicîh bînin

PeyamaKurd – Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civîna xwe ya awarte li Binxetê li bajarê Qamîşloyê kir. ENKS hişyariyê da Muxalefeta Sûriyê da peymanê bicîh bînin. Piştî civîna ENKS ê hişyariyê da Koalîsyona Netewî ya Muxalif û Hêzên Şoreşger ya Sûriyê û xwest şertên peymana di navbera wan de hatiye kirin bê bicîhanîn. ENKS her weha xwest ku hêzên bi desteka Tirkiyê yên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipîne, binpêkirina mafên mirovan bidin rawestandin û bo vegera koçberan zemînê amade bikin.

ENKS di beyana xwe de bang li civaka navdewletî kir ku bo krîza Sûriyê bilez çareseriyekî bibînin û zorê bidin ser rejîma Sûriyê da li pey biryarên navdewletî here, bo dahatûya Sûriyê, bo parastina mafên Kurd û xelkên li Sûriyê bi temamê muxalefet û hêzên demokratîk re têkiliyên xwe didin dewamkirin.

Di daxwuyaniya ENKS ê de behsa diyaloga navbera xwe û PYNK ê kir û got di pêvajoyeka weha de, yekîtiya Kurdan girînge û balê kişand ser pêdiviya muzakereyên serkeftî.

ENKS ê bang li PYD ê kir ku kiryarên xwe yên li hemberê diyaloga Kurd û îhlalan bidin rawestandin û temamê girtiyan serbest berdin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin