Zelenskiy: Kes nizane bê fuzeyên li Polonyayê ketine yên kî ne!

Zelenskiy: Kes nizane bê fuzeyên li Polonyayê ketine yên kî ne!

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di Forûma Aboriya Nû ya Bloombergê de bi rêya tele konferansê axivî.

Zelenskiy di axaftina xwe de behsa moşekên ku li ser erda Polonyayê ketine û ji aliyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ve jî wekî moşekên bersivdana êrîşên Rûsyayê yên ji aliyê Ukraynayê ve bi xeletî hatine avêtin hatibû gotin, nirxandin kir.

Zelenskiy got: "Ez sedî sed nizanim. Bi ya min dinya jî sedî sed nizane bê çibûye, lê jê piştrastim ku ew fuzeyeke rûsî bû û me jî fuzeyên berevaniya asmanî bi kar anîn.”

Zelenskiy herwiha diyar kir ku rayedarekî leşkerî jê re gotiye, dîmenên cihê teqînê û bermayiyên wê nîşan didin ku ew ne bi moşekeke Ukraynayê çêbûye.

Serokê Ukraynayê herwiha spasî kir ku ew ji ber şerê bi moşekên rûsî nehatine tawanbarkirin û got, wê pisporên Ukraynî jî ligel yên Polonyayê beşdarî lêpirsîna derbarê ketina fuzeyan de bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin