PeyamaKurd- Di hilbijartinên ku îro li Swêdê bi rê ve çûn de li gorî encamên destpêkê yên nefermî, Partiya Sosyal Demorkat a Serokwezîr Magdalina Endersen li pêş e.
Hilbijartinên Swêdê, îro li gorî dema Swêdê saet di 08:00ê sibehê de dest pê kiribûn û heta saet 20:00an dewam kiribûn. Piştî girtina sindoqên hilbijartinê, hejmartina dengan dest pê kir û encamên destpêkê yên ne fermî, bi raya giştî re hatin parvekirin.
Hat zanîn ku medyaya fermî ya Swêdê, encamên destpêkê yên nefermî belav kirin û li gorî wan encaman, partiyên çep ji %50.6ê dengan û partiyên rast jî ji %48ê dengan bi dest xistine.
Dîsa li gor encamên nefermî, Partiya Sosyal Demorkat rêjeya dengên xwe zêde kiriye û ji %29ê dengan mîsoger kiriye.
Hat ragihandin ku demokratên Swêdê ji %20ê dengan bi dest xistine û niha di pileya duyem de ne. Hat zanîn ku Partiya Moderate jî bi bidesxistina ji %18.8ê dengan, heta niha partiya sêyemîn a hilbijartinên îro ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin