PeyamaKurd – Erdheja ku li Endonezyayê çêbû girava bingehîn ya Javayê hejand. Erdhej bi pileya 5.7 çêbû û bû sedema ku xelk ji malên xwe derên û li kolanan bimînin. Heya niha behsa mirinê nehatiye kirin û rêvebir dibêjin ku îhtîmala Tsunamiyê tineye. Di erdheja di 21 ê mijdarê de 331 mirov jiyana xwe ji dest dabûn.
Li gor ragihandina Rêxistina Jeolojiyê ya Amerîkayê; erdhej bi pileya 5.7 çêbûye û navend ji bajarê Banjarê 18 km dûr e û 112 km di bin erdê de çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin