PeyamaKurd - Li Pakistanê ji ber teqîna di xeta gazê de pêkhatiye, 4 karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan.
Teqîn li eyaleta Belucîstanê li herêma Dera Bugtî pêkhat û hat ragehandin ku teqîn nêzîk binkeyekî tejî kirina gazê pêkhatiye û di teqînê de 4 karmendên ewlehiyê yên li herêmê kar dikin jiyana xwe ji dest dane.
Li gor çapemeniya herêmî berpirsyariya teqînê grubekî bi navê Pilingên Azadiyê yên Baloch girtiye ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin