PeyamaKurd - Hîzbullaha Iraqê, Serokwezîrê Iraqê bi alîkariya kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs ku ji aliye Amerîkayê ve hatibû kuştin tohmetbar dike.
Li gor Ebû Elî Eskerî, Berpirsê Ewlehîyê yê Koma Çekdarî ya Hîzbullaha Iraqê di hesabê xwe yê Twitterê de dibêje; dema Mistefa Kazimî Serokê Îstixbarata Giştî ya Iraqê bû (ku niha Serokwezîrê Iraqê ye), rê li ber kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis vekiribû.
Herwiha Eskerî dibêje: “Cejna me di vê serdemê de nabe cejn, heta ku em bi qasî kuştina Suleymanî, Muhendis û kuştîyên bajarê Qaîmê tola wan hilnedin.”
Di berdewamiyê de Eskerî destnîşan dike: “Wan kesên ku li nav Iraqê beşdarî wan êrîşan bûne, ji Kazimî heta pileya herî nizm, alîkariya wan êrîşan kirine, ji cezayê rizgar nabin, baca wê her çiqas û dema wê jî her çi wext be.”
Di meha Çile ya îsal de, di encama êrîşeke esmanî ya hêzên Amerîkayê de Qasim Suleymanî, Fermandarê Feyleqa Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmarek fermandarên Heşda Şeibî, li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin