Trump siyaseta Amerîkayê ya Rojhilata Navîn rexne kir

Trump siyaseta Amerîkayê ya Rojhilata Navîn rexne kir

PeyamaKurd- Dema Trump çû Iraqê, baregeha El Esed ya bajarê Anbarê danî, li hewayê lembayên balafira wî vedimrînin. Li ser vê bûyerê Trump di konferansa komariyan de ya bi navê ‘tevgera siyasî ya muhafazakaran’ de li ser mijarê weha got:

“Me li Rojhilata Navîn bo 20 salên dawiyê 7 trîlyon dolar pere serf kir. Lê em bê rohniya balafira xwe vemirînin, nikarin balafira xwe deynin Iraqê. Ev tişteka xerab e.”

Trump di piraniya afatina xwe de behsa Peymanên azirganî yên ku dewra berê de hatine îmzekirin kir û got ew wan peymanan betal dike û wextê xwe bi betalkirina wan derbas dike û Trump behsa siyaseta Amerîkayê ya Rojhilata Navîn kir. Trump giraniya xwe da ser mijara aboriyê. Trump behsa axafitna navbera xwe wezîrê berê yê bergiriyê yê Amerîkayê Jim Mattis kir, bê ku nav bide behs kir û got ku jê pirsiyê bê wê xilafet kengê biqede. Ew jî gotiye wê di nava du salan de biqede. Li ser vê gotina Mattis Trump diçe Iraqê da bi hinek kesên din re biaxife. Trump bo Mattis gotiye ku ew nikare du sal bisekine.

Generalên Amerîka yên li Iraqê ji Trump re gotine: “Eger tu îzina me bidî em ji baregehan jî li DEAŞê bidin, em dikarin di navbera du hefteyan de DEAŞê biqedînin. Ew baregeha ku ez çûmê bêhempa bû. Dema me wê ava kiriye 3 mîlyar dolar pere serf kiriye. Sedemeka ku ez naxwazim ji Iraqê vekişim yek jê jî ew e. Tu dê çawa dev jê berdî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin