PeyamaKurd – Serokê berê û namzedê seroktiyê yê Komarî yê Amerîkayê Donald Trump, got ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy piştî êrîşa ser wî bi telefonê pêwendî pê re kiriye.
Trump, li ser medya civakî Truth Socialê ragihandiye, ew ji telefona Zelenskiy kêfxweş bûye û got:
“Wek serokê we yê bê yê Amerîkayê, ezê aştiyê bînin dinyayê û ezê dawîyê li şerê ku bêhejmar mirovên bêguneh xistiye rewşeke xerab bidawî bînin. Wê her du alî jî werin ba hev tundiyê bidawî bînin û li ser lihevkirina rêya aramiyê gotûbêjan bikin.”
Zelenskiy jî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wî êrîşa sîqestê ya ser Trump rûreş kiriye û diyar kir ku wan biryar daye ji bo pêngavên aştiyeke dadwerane û mayînde, hevdîtinekê pêk bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin