Ukrayna: Îranê 2400 balafirên bêbalafirvan dane Rûsyayê

Ukrayna: Îranê 2400 balafirên bêbalafirvan dane Rûsyayê

PeyamaKurd – Ukrayna dibêje, Îranê 2400 balafirên bêbalafirvan û tîmên şêwirmend ên Supaya Pasdaran ji bo Rûsyayê şandiye û bûye sedema zêdebûna rêjeya êrîşan li ser jêrxana Ukraynayê.

Li gor Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Mikhailo Podolyak li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kiriye: “Ji bo wêrankirina jêrxana jiyan û serbazî ya Ukraynayê, Îran 2400 dron û rahênerên Supaya Pasdaran şandine Rûsyayê.”

Mikhailo Podolyak eşkere kiriye: “Bi vê rêyê, Îran jêrxana xwe ya serbazî bi hêz dike, gelo welatên cîhanê pêngavên Îranê nabînin, gelo çima sîstema dijî moşekan nadin Kîevê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin