Hêzên Îsraîlê li Serîeya Rojava 55 Filistînî desteser kirin

Hêzên Îsraîlê li Serîeya Rojava 55 Filistînî desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat herî kêm 55 Filistînî desteser kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Cemiyeta Girtiyên Filistînî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê bi şev û serê sibê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat li dijî Filistîniyan operasyonên desteserkirinê pêk anîn.

Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê 2 jê jin herî kêm 55 Filistînî binçav kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin binçavkirin derket 2 hezar û 40î. Hêzên Îsraîlî ji 7ê Cotmehê û vir ve pêla binçavkirinên li dijî Filistîniyan bi îdiayên cuda li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat zêde kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin