PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Îranê, ji ber helwesta hikûmetên Almanya û Avusturyayê ya li dijî moşekbarana Îranê bi ser Îsraîlê de, bangî balyozên Almanya û Avusturyayê kir.
Piştî ku Almanya û Avusturyayê balyozên Îranê yên Berlîn û Vîyenayê ji bo protestoya êrîşa moşekî ya ser Îsraîlê bang kir, Îranê jî bersiv da.
Wezareta Derve ya Îranê, gazî balyozê Almanya yê Tehranê Markus Potzel û balyozê Avusturya yê Tehranê Dietrich Heim kir û helwesta welatên wan şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Îran di berevaniya xwe de bi biryar e û Hêzên Çekdar ên Îranê di çarçoveya xala 51. a Neteweyên Yekbûyî ew êrîş bi ser Îsraîlê de kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin