PeyamaKurd – Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê de hat diyarkirin ku wan dizanin ku peymana leşkerî ya ku bi Washingtonê re hatiye îmzekirin wê bi berdêl be û serweriya wan bisînor dike.
Wezareta Derve ya Fînlandiyayê di daxuyaniya xwe de ragihand, rêkeftina hevkariya leşkerî ya bi Washingtonê re, serweriya Helsînkî sînordar dike û ji ber wê jî ji bo pejirandina rêkeftinê pêwîstî bi piraniya du ji sê parên parlamentoyê heye.
Fînlandiyayê dev ji polîtîkaya bêalîbûnê ya ku bi salan dom kiribû, berda û di Nîsana 2023an de tevlî NATOyê bû. Yekser pişt re bi DYA re dest bi muzakereyên Peymana Hevkariya Parastinê kir û di Kanûnê de ev peyman îmze kir.
Ji bo amadekirina pêşnûmeya protokolên erêkirina vê peymanê di bin serokatiya Wezareta Karên Derve de komeke xebatê hat avakirin. Wezaretê ragihand ku ev protokol bi awayekî fermî ji meclîsê re hatine şandin.
"Heta 12ê Gulanê dem heye"
Di daxuyaniya Wezaretê ya der barê mijarê de ev agahî hatin dayîn:
"Koma xebatê destnîşan kir ku Peymana Hevkariya Parastinê wê serweriya Fînlandiyayê sînordar bike, ji ber vê yekê ji sê parên duduyan piraniya dengan pêwîst e ku parlamento peymanê qebûl bike."
Ji bo şîrovekirina pêşnûmeya pêşniyara parlamentoyê, heta 12ê Gulanê dem heye.
Peymana Hevkariya Berevaniyê rê dide artêşa Amerîkî bo 15 baregehên li Fînlandiyayê û rê dide tevgera azad a firoke, keştî û otomobîlên Amerîkî û herwiha bicihkirina alavên leşkerî û pêdiviyên leşkerî li ser xaka Fînlandiyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin