Brîtanya, car din diçe hilbijartina Serokwezîrtiyê

Brîtanya, car din diçe hilbijartina Serokwezîrtiyê

PeyamaKurd- Piştî ku Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss duh îstîfaya xwe ragihand, ji aliyê rayedarên Brîtanyayê ve hat ragihandin ku dê ji bo Serokwezîrtiya Brîtanyayê, car din hilbijartina navxweyî çêbibe.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku ji ber di hilbijartinên giştî yên Brîtanyayê de Partiya Muhafazakar bi ser ketibû, dê serokwezîr car din ji vê partiyê bê hilbijartin. Ango Serokwezîrê/a nû ya Brîtanyayê, dê dîsa ji partiya Liz Truss bê hilbijarin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di nav Partiya Muhafazakar de berendamên bikevin pêşbaziyê hene lê belê yên ji nav yên herî bihêz, hinek nav derketine pêş. Hat zanîn ku di hegera bibin berendam de Rishî Sunak, Penny Mordaunt, Jeremy Hunt û Boris Johnson hin ji navên bihêz in.

Rushî Sunak, 42 salî ye û Wezîrê Xezîneyê yê berê ye. Penny Mordaunt, 49 salî ye û Wezîrê Berevaniyê yê berê ye. Jeremy Hunt 55 salî ye û di dema Liz Truss de bûbû Wezîra Xezîneyê. Boris Johnson, 58 salî ye û piştî îstifaya Theresa May, wekî Serokwezîrê Brîtanyayê hatibû erkdarkirin.

45 roj beriya niha, Liz Truss  wekî Serokwezîra Brîtanyayê hatibû hilbijartin û piştî ku polîtîkayên xwe yên aboriyê ragihandibûn û ev polîtîka bûbûn sedem ku sterlîn li hember dolarî zêde dakeve, rastî rexne û banga îstîfayê hatibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin