Sandeke HDPê û CHPê ji bo asûtê îro serdanê Wanê dikin

Sandeke HDPê û CHPê ji bo asûtê îro serdanê Wanê dikin

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) biryar dan ku ji ber aşûta li navçeya Miksa Wanê şandekê bişînin herêmê.

HDPê li ser hesabê xwe yê medya civakî par vekir ku îro Pêncşemê 6ê Sibatê şandeke wê partiyê bi serokatiya Hevserokê HDPê Sezaî Temellî dê ji ber aşûta Miksê serdana Wanê bike.

Hewiha hate gotin ku Parlamenterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç û rêvebirên HDPê yên Wanê li herêmê bûne û li cihê bûyerê û nexweşxaneyê lêkolînên xwe kirine.

Ji aliyê din ve biryar e îro şandeke CHPê bi serokatiya Parlamenterê Enqerê Tekin Bingol û ji Parlamenterê Stenbolê Alî Şeker, Parlamenterê Edaneyê Burhattin Bulut, Parlementerê Kastamonu Hasan Baltaci û Parlamentera Hatayê Suzan Şahib pêk tê, biçe Wanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin