Rûhanî pêsniyara Trump a 'nukleerî’ red kir û gef xwar: Ne di ewlehiyê de ne

Rûhanî pêsniyara Trump a 'nukleerî’ red kir û gef xwar: Ne di ewlehiyê de ne

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî pêşniyara îmzekirina peymaneke nû ya bi navê ‘peymana Trump’ bo çareserkirina pirsgirêka nûklerî ya Îranê, red kir û ew pêşniyar wekî tiştekî sosret bi nav kir.

Rûhanî di axaftineke televizyonî got ku divê Amerîka vegere peymana nûklerî ya sala 2015an ku Tehranê û hêzên navdewletî li ser lihev kiribûn.

Serokomarê Îranê diyar kir ku Îran dikare ji biryara xwe ya kêmkirina pabendiya bi peymana 2015an vegere ku piştî kuştina Suleymanî ragihandibû.

Rûhanî rexneyên tund li dewletên Europayê jî kir, piştî ku Fransa, Brîtanya û Almaniyayê mekanîzmeya rawestandina şer ku bendekî peymanê ye, xistine meriyetê.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî gef li welatên Ewropayê jî xwar û got ku wekî leşkerên Amerîkî li herêmê ne di ewlehiyê de ne, dibe ku xeterî li ser leşkerên Ewropî yên li Rojhilata Navîn hebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin