Li Êlihê teqîn çêbû: “7 lesker hatin kustin!”

Li Êlihê teqîn çêbû: “7 lesker hatin kustin!”

PeyamaKurd- Li Tirkiyê, li navçeya Êlihê ya bi navê Heskîfê di dema derbasbûna cemseya leşkerî de bombeyek hate teqandin. Di encama teqînê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li navçeya Êlihê/Batmanê ya bi navê Heskîfê/Hasankeyfê, cemseya leşkerî rastî êrîşeke bombeyî hat. Di dema ku cemseya leşkerî derbas bû de, bombeya ku li keviya rê hatibû bicihkirin, hate teqandin. Di encama teqînê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker jî birîndar bûn. Piştre jî ji leşkerên birîndar, 3 kesên dî jî jiyana xwe ji dest dan û hijmara miriyan bû 7.

Piştî bûyerê, gelek hêzên ewlehiyê derbasî herêmê bûn û operasyon hate destpêkirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin