Li Rojava bo 10 rojan qedexe hat ragihandin

Li Rojava bo 10 rojan qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Bi sedema ku li Rojavayê Kurdistanê pandemî zêde bûye û her roj jimara pêketiyên Kovid-19 ê û wefatên pandemiyê zêde bûne, rêvebiriya xweser li Hesîçayê, Qamîşlo, Tabkayê û Raqayê bo 10 rojan qedexeyê ragihand. Di biryara Rojava de weha hat gotin:

- Qedexe di navbera 26 ê Qasimê heya 5 ê meha 12 a ye û bo Hesîçayê, Qamîşlo, Tabkayê û Raqayê ye.

- Ciyên ku bo wan ragihandin hatiye kirin, wê li wan navçeyan temamê dezgeyên perwerdê bên girtin.

- Bo navendên her 4 bajaran, wê erebeyên taybet neçin nav navçeyan û dernên, tenê erebeyên bazirganî dê karibin bixebitin.

- Ji bilî dezgeyên xizmetên giştî, wê temamê dezge û rêxistin girtîbin.

- Di wexta qedexeyê de wê temamê dezgeyên fermî û dibistan bên paqijkirin.

- Rêxistinên medyayê wê bo hemwelatiyan li hemberê Kovid-19 ê hişyar bikin, dê bixebitin.

- Qedexe ne bo nexweşxane, klînîk û dermanxaneyaye. Xebatkarên tenduristiyê wê xebata xwe dewam bikin.

- Bo benzînxane û cotiyaran wê asayî bê nîşandan.

- Hêzên asayîşê yên navxwe wê naveroka qedexeyê bicîhbînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin