Lavrov, li dijî Polonyayê axivî: Aciziyeke zêde peyda dike!

Lavrov, li dijî Polonyayê axivî: Aciziyeke zêde peyda dike!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, di derbarê mijara ku Polonya bombeyên nukleerî yên aîdê Amerîkayê li welêt bi cih dike de axivî û diyar kir ku ev helwest aciziyeke zêde peyda dike.

Sergey Lavrov da zanîn ku Moskow li hember vê helwesta Polonyayê di kozikê de ye û got,

“Rêveberiya Varşovayê, dixwaze ji bo bombeyên nukleerî yên Amerîkayê li welêt bi cih bike, bibe berbijêr. Ev rewş, aciziyeke gelek zêde peyda dike. Siyasetmedarên Rojava, êdî di mijara çekên kîmyewî de bê berpirsiyarî tevdigerin. Li Ewropayê, hin fîgurên ku dixwazin bê berpirsiyarî bilîzin peyda bûne.”

Lavrov diyar kir ku gefên ku îro li dijî ewlehiya Rusyayê hene, ji serdema Qeyrana Moşekan a Kubayê nêzîktir e. Lavrov bi berdewamî got

“Şibandin hene. Hem di sala 1962yan de hem niha; gefên li dijî ewlehiya Rusyayê yên rasterast peyda dibin. Ev gef, ji Jupitera ku duh li Tirkiyeyê bû jî nêzîktir e.”

Sergey Lavrov, di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo li Ukraynayê her cure çek bên pompakirin, kampanyayeke leşkerî tê rêvebirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin