Reîsî cîh neda jin û Sunniyan û perlementer wî rexne kirin

Reîsî cîh neda jin û Sunniyan û perlementer wî rexne kirin

PeyamaKurd – Li gor televizyona dewletê ya Îranê ragihand; parlementerê Rojhilata Kurdistanê bi sedema serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di kabîna xwe de cîh neda jin û Sunniyan wî rexne kir. Her wezîrek di meclisê de dikeve ber dengdayînê û eger biserbikeve dikare bibe wezîr.

Serokê grûba Ehlî Sunnet yê meclisa Îranê û hem parlementerê Mahabadê Celal Mahmûdzade, aşkera li dijî lîsta Reîsî muxalefetê kir û got:

“Endamên kabîna Reîsî temenên wan li dora 52 ne. Tevî herkes di kabînê de gênca dixwaze, kesên Reîsî wan daniye nayên qebûlkirin. Ji ehlî Sunnet û ji jinan ku civaka me ji %50 yê wê jinin, cîh nedaye wan.

Birêz Reîsî, çima ciyê me û jinan di kabînê de tineye? Em tev şiyanên jinan dizanin û we çima jina piştguh kiriye. We di civînên xwe de soz dabû da cîh bidin kêmmezhebiyan. Gelo ji nav bi mîlyonan ehlî Sunnet kes tinebû da hun wî bikin wezîr?”

Her weha li SÎstan-Belûcistanê nûfûsa Sunniyan geleke û li ser wê, parlementerê Sîstan-Belûcistan yê bajarê Çabaharê Muinuddîn Saîdî ragihand ku ciyê xemgîniyê ye di kabînê de cîh nedane jina û bang kir ku wezîrekî ehlî Sunnet bixin kabînê.

Ji heman eyaletê parlementerê bajarê Serewanê Melîk Fazilî rexne li kabîna Reîsî kir ku eyaleta wan ji %11 nûfûsa Îranê ye û di kabînê de cîh nedaye ti kesî. Fazilî weha got:

“Em bende ne ku di kabînê de cîh bidin pêşrewên eyaletê. Em dixwazin li gor liyaqatê ji cemaeta Ehlî Sunnet hinek kes di qedemeyên hukumetê de cîh bistînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin