PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê li welatê Myanmarê ji bo hilbijartina ku di sala 2025an de, tê plankirin ku hilbijartin bibe, wê di meha pêşiya me de jimara nûfûsê an ku serjimêr bêkirin.
Serpereştê leşkerî yê Mynamarê General Min Aung Hlaing ragihand ku wê serjimêr li seranserê welat di navbera 1-15ê Cotmehê de bêkirin.
General Min Aung Hlaing, li ser mijarê axaftina xwe di televizyona dewletê de kir. Hlaing got:
“Ji bo amadekirina lîstên hilbijêran, ji bo analîza meylên nûfûs û sosyo-ekonomîk, di her deh salî de, li seranserê welat, wê di 1-15ê Cotmehê de bêkirin. Armanc û misyona me ew e ku hilbijartinekî azad, adilane û bi tevlîbûna pir partiyan, bibe.”
Nehat ragihandin bê hilbijartin kengê çêbibe. Serjimêra Myanmarê, herî dawiyê di sala 2014an de hatiye kirin û jimara hemwelatiyan li dora 51 milyonî bû.
Leşker, di 1ê Sibata 2021an de, dest danîbû ser rêvebiriya Myanmarê û heya niha di destê leşker de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin