Rayedarekî YNKê: Beriya pêkanîna hikûmetê bi PDKê re em ê li hev bikin

Rayedarekî YNKê: Beriya pêkanîna hikûmetê bi PDKê re em ê li hev bikin

PeyamaKurd -  Rayedarekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dibêje, em ê beriya pêkanîna hikûmetê bi PDKê re li ser çareserkirina nakokiyên xwe li hev bikin.

Endamê serkirdetiya YNKê Hamîd Hacî Xalî ji medya Kurdistanê re got, em geşbîn in ku bikaribin beriya pêkanîna hikûmetê bi PDKê re li ser pirsgirêkên destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê û parvekirina postan li Bexdayê li hev bikin.

Serokê nû yê hikûmetê Mesrûr Barzanî duhî li Silêmaniyê bi YNKê re hevdîtinek pêk anîbû lê civîn ne gihaştibû encamekê, ji ber ku YNK navên namzedên xwe bo postên hikûmetê nedabû şanda PDKê.

Wî rayedarê YNKê behsa wê civînê jî kir û got, şandên her du partiyan wê dîsa bi hev re bicivin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin