Li Awûstralyayê di odeyeke leskeran de uranyûm hat dîtin

Li Awûstralyayê di odeyeke leskeran de uranyûm hat dîtin

PeyamaKurd – Di serdegirtina jûreya leşkeran a li Baregeha Holsworthy ya li Sydney a Awûstralyayê de uranyûm hat desteserkirin.

Li gor nûçeya Saziya Weşanê ya Awûstralyayê (ABC) di derbarê mijarê de ji aliyê Wezareta Parastinê ve daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku madeya "îhtîmala metirsîdar" a ku li Baregeha Holsworthy hatiye dîtin ji wir hatiye derxistin û ev made ne girêdayî xebatên artêşê ye.

Çavkaniyên ku dixwazin navê wan neyên eşkerekirin, diyar kirin ku di serdegirtina odeya leşkeran de uranyûm hatiye dîtin.

Çavkaniyên han diyar kirin ku di dema serdegirtinê de "rêjeya hindik" uranyûma ku hatiye desteserkirin hatiye ewlekirin û leşkeran madeya navborî bi rêya înternetê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin