PeyamaKurd - Li Diyarbekir a bakurê Kurdistanê hêjmara kesên bi gumana vîrûsa corona Covid-19 bo nexweşxaneyan hatine veguheztin zêde dibe.
Heta niha li tevahiya nexweşxaneyên bajar di xwîna 24 kesan de vîrûs hatiye dîtin û 12 kes jî rakirine beşên venêrîna hûrî yên nexweşxaneyan.
Li gorî zanyariyan bi giştî 123 nexweş jî bi gumana Covid-19 li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Herwiha ajokarekî TIRê yê çûbû Îtalya ji ber sincirîna laşê wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê û li wir tê tedawîkirn. Li navçeya Hênê ya Diyarbekirê heta niha di 2 kesan de encama testa Kovid-19 pozitif derketiye û 26 nexweş jî bo malên xwe hatine şandin.
Heta niha li Diyarbekirê mirina 5 nexweşên vîrusa koronayê hatine ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin