PeyamaKurd - Berpirsê Liqa Pêncemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Azad Şefê bertek nîşanî biryara betalkirina kotayên pêkhateyên Herêma Kurdistanê ya Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê da û got: "Biryara Dadgeha Federalî ne destûrî ye û li dijî mekanîzmayên federalîzmê ye.
Dadgeha Federalî ya Iraqê, li ser giliyê Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) di rûniştina 12mîn a 22ê vê mehê de biryara hilweşandina hejmara kursiyên kotayan ên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dabû. Piştî vê biryarê, 11 kursiyên ku ji bo pêkhateyên Herêmê wek kota hatibûn pesendkirin betal bûn û hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji 111ê daket 100î.
Berpirsê PDKê Azad Şefê anî ziman ku biryara Dadgeha Federalî bi temamî biryareke navendî ye û got: "Ev biryar, destêwerdana karûbarên Komîsyona Hilbijartinan e. Ne destûrî ye û li dijî mekanîzmayên federalîzmê ye."
Ji aliyê din ve pêkhateyên Herêma Kurdistanê jî biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên kotayê, wek biryareke siyasî nirxandin û biryarê rexne kirin.
Pêkhateyan daxwaz kirin ku ji vê biryara şaş ku mafê pêkhateyên Herêma Kurdistanê têk dibe bê vegerîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin