Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kustin

Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kustin

PeyamaKurd – Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd di encama gulebarandina hêzên Îranê ve, hat kuştin.

Li gorî agahiyan, hêzên Îranê komek kolberên Kurd îro danê sibê li devera sînorî ya Birûşkanê, li nêzîkî bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê dan ber guleyan.

Agahî diyar dikin, di wê êrîşê de kolberekî Kurd hat kuştin.

Ew kolberê ku hatiye kuştin, xelkê bajarê Seqizê ye, lê hîn navê wî nehatiye zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin