Ji Nêçîvan Barzanî ji bo xwendevanên derçûyî: “Terka welatê xwe nekin”

Ji Nêçîvan Barzanî ji bo xwendevanên derçûyî: “Terka welatê xwe nekin”

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê merasima derçûnê ya xwendevanên Zanko ya Amerîka birêve çû. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokkomarê Iraqê Behram Salih tevlî merasima derçûna xwendevanan bûn. Barzanî û Salih bi hevre çûn seha merasimê.

Di merasimê de piştî rektorê zankoyê axaftin kir, serokkomarê Iraqê Berhem Salih axaftinekî kir. Berhem Salih weha got:

“Ez ji bo tevlîbûna merasimê ya birayê xwe Nêçîrvan Barzanî sipas dikim. Nêçîrvan Barzanî ji destpêka damezrandina zankoya Amerîka de destekê da zankoyê. Rewşa heyî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, me dixe nav endîşeyê. Gêncên welatê me ji bo em ji vê rewşê derên, ji bo me hevîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de ji gêncan xwest ku di avakirina dinyayekî nûh de ciyê xwe bistînin. Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de weha dewam kir:

“Ji bo vê zankoyê damezrand, ez dost û birayê xwe Berhem Salih pîroz dikim. Dixawazim hun bibin damezrênerê dinyakî nû. Divê armanca derçûyiyan ew be ku jiyana welatê me hêsan bikin û bizanibin berpirsiyariya we neqediya ye.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hun dikarin pêşvaniyê bikin û bikevin nav hewldanan. Bê hêvî nebin û ez naxwazim hun terka welatê xwe bikin. Ez bangî we dikim da hun bibin aktorên avakirina jiyaneka nûh ya welatê xwe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin