Besdarekî konferansa Trump bi coronavîrûsê ket

Besdarekî konferansa Trump bi coronavîrûsê ket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di bernameyeke Serokê Amerîka Donald Trump û rêveberên payebilind ên Amerîkayê beşdarî kirine de kesekî bi nexweşîya vîrûsa koronayê hatiye tesbît kirin.

Di konferansa Bizavên Siyasî yên Mihafezekaran a hefteya borî ku li Marylandê wekî xebata hilbijartinên Amerîkayê hatiye lidarxistin û Trump û cîgirê wî Mike Pence jî beşdarî kiriye de, bi kesekî beşdarê wê konferansê re vîrûsa koronayê ket.

Li gorî hatiye ragihandin hîn nediyar e, bi kesekî din ê beşdarê wê bernameyê re vîrûsa koronayê hebûye yan na. Lê tê diyarkirin ku ew kesê bi vîrûsa koronayê ketiye bi Trump û Pence re nêzîk nebûye.

Trump berî niha li ser belavbûna vîrûsa koronayê li cîhanê û Amerîkayê gotibû, “Ez qet endîşe nakim. Ti mîtingeke xwe betal nakim. Em pir baş diçin. Me heta niha derbarê vîrûsê de karekî fantastîk kiriye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin