Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser rewşa dawî ya Efrînê daxuyaniyek da û wiha got: “Di 18ê Adarê de Artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê ketine nava bajarê Efrînê de. Êdî ji wê rojê û pêde nûçeyên ne li ser rê ji Efrînê tên. Tê îddîakirin ku Artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê xaniyê gelê Efrînê ku ji bajêr revîne, talan dikin û li gorî keyfa xwe jî, sivîlan digirin û zordariyê li ser gelê Efrînê dikin. Ji ber ku em niha, ne li herêmê ne, em nikarin van nûçeyan teyîd jî bikin.”
Stephane Dujarric wiha dewam kir:
“Kesên ku ji Efrînê derketine dibêjin ku rewşa bajêr pir xirab e û li dijî gelê sivîl şîddet, binçavkirin û talankirin heye. Ev rewş jî me aciz dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin