Ji Mesrûr Barzanî peyama sala nû: Kurdistan her avedantir û bihêztir be...

Ji Mesrûr Barzanî peyama sala nû: Kurdistan her avedantir û bihêztir be...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta sala nû ya 2022yan, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi minasebeta sersala nû ya mîladî ya 2022yan gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, tevahiya welatiyên Kurdistan, pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî û kesûkarên serfiraz yên şehîdan dikim. Hêvî dikim sala nû hilgira xêr, xweşî û sala kameranî û dawî hatina tevahiya nexweşî, krîz û karesatan be.

Sala derbasbûyî rixmî çend krîzên darayî û astengiyên çêkirî, hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya hewlên xwe bo zalbûn bi ser astengiyan û berbestan û domandina prosesa reforman bi tevger kir û bi hemahengî li gel kerta taybet jî, çend projeyên girîng yên di warê bihêz kirina jêrxana aborî li seranserê herêma Kurdistanê hatin bicihkirin.

Em hêvî dikin bi hevkariya tevahiya aliyan di sala nû de jî bikaribin bi awayekî baştir xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê bikin û projeyên nû cîhbicîh bikin. Li vir lazim dibînim ji ber berxwedanê spasiya xelkê Herêma Kurdistanê bikim ku fêmkirina wan bo rewşa dijwar ya darayî hebû.

Hêvî dikim sala nû sala dawîhatina rojên dijwar û berdewamiya karwana pêşketinê ya Kurdistanê be.

Herwiha mixabin sala derbasbûyî, çendîn karesatên xwezayî û rûdanên nexwestî qewimîn ku zirarên canî û madî li pey xwe anîbûn, çend pêşmergeyên qehreman jî di şerê rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û berevanîkirina xaka Kurdistanê de şehîd bûn. Di vê minasebetê de bi rêzdarî ve tevahiya wan bi bîr tînin û her tim di bîra me de ne.

Sala nû li tevahiya we pîroz be û Kurdistan jî her tim avedantir û bihêztir be.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin