Rûsya: Ji ber hewlên me yên berdewam operasyona bejahî dest pê nekir!

Rûsya: Ji ber hewlên me yên berdewam operasyona bejahî dest pê nekir!

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê û Alîkarê Wezîrê Derve Mikhail Bogdanov got ku ew hewl didin Tirkiyeyê razî bikin daku operasyoneke bejahî li Sûriyê neke.

Bogdanov ji rojnamevanan re gotiye: “Pêwendiyên me bi aliyê Tirkiyê re berdewam in. Ji ber ku operasyona bejayî dest pê nekir, ev tê wê wateyê ku serkeftin hene. Em ê pêwendiyan bidomînin.”

Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh 11ê Kanûnê pêwendiyeke telefonî bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re pêk anîbû û piştî wê pêwendiyê ji aliyê Tirkiyê ve hatibû ragihandin ku tekezî li ser bicihkirin rêkeftina Soçî ya sala 2019an û dûrxistina HSDê ya 30 kîlometre dûrî sînoran hatiye kirin.

Lê belê heman rojê Erdogan di bernameyeke televizyonê de, car din gefa operasyonê ji bo Rojavayê Kurdistanê xwar û got, ew dê navika xwe bi xwe bibirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin