PeyamaKurd- Dinya tev alîkariya xwarin û xidayan bo xelkê Yemenê dike lê hinek kes û grûb dest datînin ser wan alîkariyan. Wan xidayan dibin bazara reş û bi pereyekî zêde (fehş) di bazarê de difroşin. Li ser vê mijarê Neteweyên Hevgirtî ketine nav hewlên din ku tedbîran bo rêgirtina van bûyerên nexweş bigrin. Alîkarî ji aliyê layangirên Hûsiyan de tê birin bo bazara reş û li wan bazaran difroşin.
Di civîna dawiyê ya Konseya Ewlekariyê ya NH li ser mijara Yemenê civiya û serokê Bernameya Xida ya Dinyayê David Beasley, ragihand ku alîkariya dişînin bo xelkê Yemenê, nagihê muhtacan û eger pêwist be dê alîkariyê bidin rawestandin.
Beasley, got ku di hinek herêmên ku di destê Hûsiyan de ne, zarok birçî dimînin û weha dewam kir:
“Ew deverên ku divê alîkarî bigihên wan deran, nagihê. Eger dawiyê li vê yekê neynin û lihevkirinekî nekin, em ê alîkariyê bibirin. Piştî van hişyariyên dawiyê, Neteweyên Hevgirtî, bernama Xidayê ya Dinyayê, Hûsiyan temînat nîşan nedabû û Neteweyên Hevgirtî ragihandibû ku li hinek deveran alîkariyê birîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin