PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsweçê Ulf Kristersson, nameya ku parlementera Kurd ya sosyal demokratan Nalîn pekgül ku jê re şandibû û tê de gotibû divê multeciyên siyasî di çarçoveya peymana NATO de neyên şandin ji bo Tirkiyê bersivand û got:
“Kesên ku tevlî tevgerên terorê nebûbin, fînansa terorê nekiribin û sûcekî nekiribin divê netirsin. Ji bo Îsveçê an ji bo welatên derveyê Îsveçê, em ê îznê nedin ku Îsveç bibe baregeha terorê. Ez her wext di fikrên xwe de zelal bûm ku mafê Tirkiyê heye xwe ji terorê biparêze.
Li Îsveçê qaîdeyên hûqûqa navdewletî hene û em ê li pey hûqûqê herin. Ev dinya ku bi serdestiya hûqûqê tê îdarekirin, di nav wan de em yek ji dewletên herî xwurtin. Hemwelatiyên Îsveçê wê ti carê nên îadekirin.
Em li pey peymana ku Îsveçê bi Tirkiyê û Fînlandiyayê re kiriye radiwestin. Partiyên din jî di mijarê de destekê didin me.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin