PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres ji ber ku navbera Îsraîl û Filistînê zêde xira bûye û îhtîmala şerekî mezin heye, bangî her du dewletan kir û got ku xwe bi paş de vekişînin.
Antonio Guterres wiha berdewam kir: “Ku gengeşî zêde bibe, jiyana Îsraîlî û Filistîniyan wê têkeve talûkeyan, felaketa insanî ya Xazzê wê mezintir bibe. Bi vî rengî otorîteya Filistînê li Xazzê baştir nabe. Ji bo ku şerekî bi zerar dernekeve, divê her du alî bi paş de gavan bavêjin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin