Hejmara pêketina rojane bi ser hezar kesan ket, 6 kesan jî wefat kir

Hejmara pêketina rojane bi ser hezar kesan ket, 6 kesan jî wefat kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1071 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro Duşemê ya rewşa vîrusa koronayê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1071 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 311 kes li Hewlêrê, 286 kes li Silêmaniyê, 415 kes li Duhokê û 54 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand, di nav 24 demjimêran de 6 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes Hewlêrê û 3 kes li Silêmaniyê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 625 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 189401 kesan, ya mirinan bû 4510 kes û heta niha 176562 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin