Nêçîrvan Barzanî Cejna Noelê pîroz kir: 'Kurdistan her dem wek landika pêkvejiyanê dimîne'

Nêçîrvan Barzanî Cejna Noelê pîroz kir: 'Kurdistan her dem wek landika pêkvejiyanê dimîne'

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh (Cejna Noelê - Christmas), peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî tevahiya xirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Nêçîrvan Barzanî got: “Di vê bîranînê de hemû Kurdistaniyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi landik û axa pêkvejiyanê û hevduqebûlkirin û lêborîniyê dimîne.”

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

"Cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa yê Mesîh silavên xwedê li ser bê li hemû xûşk û birayên Mesîhî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejn bi xêr û xweşiyê ji bo tevahiya mirovayetiyê vegerênê û aştî û bexteweriyê li gel xwe da bîne.

Xweşhalin ku em hemû pêkve li Herêma Kurdistanê li gel welatiyên xwe yên Mesîhî vê cejnê digêrîn. Di vê bîranînê da hemû Kurdistaniyan piştrast dikîn ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi landik û axa pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirin û lêborîniyê dimîne û bihayên mirovayetiyê me hemûyan pêkve komdike. Christmas li hemû aliyek pîroz bê, hêvîdarim cejn û helkeftên me yên paşerojê li rewşeke baştir da û dûrî li pejik û nexweşiyan bin.

Hemû salek bi xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

24.12.2021"

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin