Ji bo hilbijartinên seroktiya rejîma Sûriyê 51 kesan xwe kir namzed

Ji bo hilbijartinên seroktiya rejîma Sûriyê 51 kesan xwe kir namzed

PeyamaKurd – Ji bo hilbijartinên seroktiyê yên rejîma Sûriyê ku 26ê Gulanê wê bên lidarxistin, heta niha 51 kesan xwe kiriye namzed.

Hat zanîn ku ji bilî Beşar Esedê 55 salî namzedên din nayên naskirin ku jin jî di nav wan de cî digirin.

Ji bo namzedbûna 51 kesên serlêdan kirine bê qebûlkirin, pêwîst e ji 250 endamên Konseya Gel a bi ser partiye Beasê ve, herî kêm 35 ji wan namzedan erê bikin.

Li gorî yasayê divê kesên xwe kirine namzed ji sala 2010an ve bênavber 10 salan li Sûriyê mabin.

Hêjayî gotinê ye, civaka navdewletî ji xeynî Rûsya û Îranê pênaseyê li hilbijartinên rejîma Sûriyê nake, bi sedema ku çareseriyek ji bo krîza Sûriyê nehatiye dîtin.

Herwiha opozîsyona Sûriyê jî diyar dike ku heta di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî de çareseriyeke siyasî pêk neyê nabe hilbijartin bêne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin