PeyamaKurd - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Mehmet Muş ku namzedê AKPê yê parlamenteriyê ye li Stenbolê, di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de îdîa kir ku namzedê serokomariyê Kemal Kilicdaroglu ku serokê giştî yê CHPê ye, li beramberî piştgiriya hilbijartinê soza otonomiyê daye HDPê.
Mehmet Muş got: “Eger ewqas evîndarê vî welatî ne dê ligel PKKê nebin ku hewl dide herêmeke Tirkiyê parçe bike û dewlet jî ev 40 sal in dijî wan têdikoşe. Ne wiha ye? Wê demê em rexne li hezkirina we ya welat nagirin. HDP çi dibêje? Dibêje hûn li başûr-rojhilat herêmeke xweser ji bo me dihêlin, navê wê otonomî yan jî xwerêvebirin e. Ne girîng e navê wê çi ye. Hevalno madem herêmeke Tirkiya me wek otonom didin, desthilata dewleta me nahêlin û me ji hev dixin, wê demê ev 40 salin em çima têdikoşin?”
Serokê CHPê û namzedê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu, ji bo piştgiriya wan bistîne serdana partiyan kiribû ku yek ji wan jî HDP bû. Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş bi eşkere piştgiriya Kilicdargolu bo hilbijartina serokomariyê dike.
HDPê jî bi dernexistina namzedê serokomariyê piştgiriya xwe nîşan daye, lê tê çaverêkirin rojên pêş bi fermî piştevaniya bo Kilicdaroglu ya hilbijartinên 14ê Gulanê ragihîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin