PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên taybet bi koronayê belav kirin. Wezaretê ragihand, îro 4 nexweşên koronayê li Silêmaniyê can dane. Herwiha Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin ku li Hewlêrê jî 26 kesên din bi koronayê ketine.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat gotin, îro 4 nexweşên koronayê li Silêmaniyê can dane ku li nexeweşxaneyê di bin çavdêriya tenduristiyê û amûreya henasedana destkird de bûn.
Wezaretê da zanîn, ewên îro wefat kirine, peyayek û 3 jin bûn û xelkê bajarê Silêmaniyê bûn.
Wezareta Tenduristiyê sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û hêvî ji welatiyan xwest pabendî rênimayên tenduristiyê bibin.
Hat zanîn ku yek ji wan kesên îro ji koronayê wefat kiriye kargerê Melbenda 12 ya Çemçemalê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Fuad Hemexan e.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 26 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatine destnîşankirin 15 peya, 4 jin, 3 keç û 4 zarok in.
Wezareta Tenduristiyê îro danê sibê jî ragihandibû ku li Hewlêrê 13 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin