PeyamaKurd - Serîlêdanên 7emîn Festîvala Filman a Navnetewî ya Dihokê dest pê kir û dê heta 15ê hezîranê dewam bike. Festîval îlona 2019an li Dihokê tê lidarxistin.
Li gorî zanyariyên malpera festîvalê duhokkif.comê, serîlêdanên 7emîn Festîvala Filman a navnetewî ya Dihokê serê meha nîsanê de dest pê kir. Sînemakar dikarin heta 15ê hezîrana 2019an filmê xwe bişînin ber destê lijneya festîvalê.
Festîvala Dihokê, ji aliyê Wezareta Çand û Ciwanan a Herêma Kurdistanê, Midûriyeta Giştî ya Çand û Hunerê ya Dihokê û Mîtos Filmê ve dê were lidarxistin û di navbera 9 û 16ê îlona 2019an li parêzgeha Dihokê birêve diçe.
Di çarçoveya festîvalê de, wê beşa sînemaya cîhanê û beşa sînemaya kurdan pêşbirkek jî were lidarxistin û filmên ku di pêşbirkê de biserkevin xelatan wergirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin