Besîr Heddad xwest ku li Sengalê pêngavên bilez bên avêtin

Besîr Heddad xwest ku li Sengalê pêngavên bilez bên avêtin

PeyamaKurd – Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Heddad bi awayekî nivîskî bang li serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî kir û jê xwest ku li Şengalê di derbarê grûbên çekdar de pêngavên bilez bên avêtin.

Heddad xwest ku ber li kiryarên grûbên çekdar yên ne yasayî bigre û ragihand ku wan grûbên çekdar nehiştine namzedên PDK ê herin Şengalê. Heddad got ku van kiryaran li dijî qanûnên Rêxistina Hilbijartinan ya Bilind a Serbixwe ya Iraqêne û rexne kir ku li Şengalê hêzên ewlehiyê wezîfên xwe bicîh naynin.

Heddad, her weha ji rêvebirên parêzgeha Nînowayê xwest ku rê li ber kiryarên ne rewa yên li hemberê namzedan tên kirin, bigrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin