PeyamaKurd – Hevseroka HDPê Pervin Buldan, li ser encamên hilbijartinê yên bajarê Muşê û qebûlnekirina îtiriza HDPê ya ya ji nû ve jimartina dengan got, 'Li Mûşê hîleya berçav heye, şaredarên gelê Mûşê birêz Sakik û Genc in.”
Hevseroka HDPê Pervin Buldan, û parlamentarên HDPê Huda Kaya, Garo Paylan û namzedên hevşaredariya Mûşê Sibel Genç û Sirri Sakik li avahiya HDPê ya Mûşê daxuyanî dan.
Sakik bal kişand ser ku proseya hilbijartinên li Mûşê di rewşeke awarte de bi rêve çûye û da zanîn, digel ku wan 5 caran ji bo îtirazê serî li lijneya hilbijartinê ya bajêr daye jî îtirazên wan nehatine qebûlkirin.
Sakik got ku bêyî encam eşkere bibin û mazbete were dayîn, parêzgarê bajêr pîrozî li namzedê AKPê kiriye ev jî tê wateya ku bi lez û bez operasyoneke guhertina encaman.
Buldan jî bibîr xist ku ti îtirazeke HDPê ya li ser encaman nehatiye qebûlkirin.
Buldan da xuyakirin, li navenda Mûşê û Malazgirê ku bi 3 dengan AKP bi ser ketiye îtirazên wan ên ji nû ve hejmartina dengan nehatine qebûlkirin û wiha axivî:
“Di serî de ji bo Mûşê emê li dadgeha destûrî (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin pey mafên xwe yên hiqûqî. Lewra em dizanin kul i Mûşê îradeya gelê me hatiye xespkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin