Tirkiyê bersiv da nameya Amerîkayê

Tirkiyê bersiv da nameya Amerîkayê

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku wan bersiva nameya Wezirê Berevaniya Amerika yê bi wekalet Patrick Shanahan, daye ku di wê nameyê de behsa sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê de dihat kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi nameyekê ji bo Tirkiyê dev ji standina S-400ên Rûsî berde hişyariya dorpêçan dabû Tirkiyê ku bersiva wê nameyê îro hatiye dayîn.

 Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin, wan bersiva Nameya Wezirê Berevaniya Amerika yê bi wekalet Shanahan a 6ê Hezîranê îro daye.

Di bersiva nameyê de wiha tê gotin: "Ew li hemberî nameya Wezirê Berevaniya Amerika bi wekalet Patrick Shanahan, bêzar bûne. Ji aliyê reftar û hizrî de, ew nameya Shanahan rexne dikin."

Di bersivê de tê gotin ku ew dixwazin pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin û dostanî û rêzgirtina herdu aliyan berdewam be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin